دلي بي تى - ريزان مراد
Gotin û awaz: Rêzan Murad
Produktion: Orientalische Musilschule in Regensburg
*** HELBEST ***
- Bê hêz ma dilê bê te
Çavê min ma li riya te
- Ger tu nebî jîna m' şîn e
Riswadar im bê çavên te
- Evîna te yar bi tîn e (Hezkirna te ar û tîn e)
Birîn e, hem qêrîn e
- Kengî b' te dê bextewar bim
Ji nû ve tu min vejîne
______________
- Gul sosin bê bîn û reng e
Bilbil bê fîxan û deng e
- Hemî l' dû te birîndar in
Cîhan li wan tar û teng e
- baxê hêviya zerî ne
Cobarê dil tevde xwîn e
- Heger demekê tu hatî
Yar buharê b' xwe r' werîne
________________
- Wek te nîne naz û şêrîn
Loma dil tev bûye birîn
- Ger leylana te tê serdana
min, li min dibe axîn
- Dîmena te xewna min e (Dîtina te xewna min e)
Despêka jiyana min e
- Me dil hebû, ew jî revand
Hiş û rewan wa l' ba te ne
Rêzan Murad
Ещё видео!