mûzîk & awaz : arsalan osmani
helbest : dîrman dêrîk
arr, mix & master : studio life
director : diyar film
..............................................................................................................................
*MIZGÎNÎ*
Ez riyekî tim lalim
Ku çêbû bi şopa te
Hêvîyekî bê malim
Hêlîna aşoba te
Li qiraxa vê rêkê
Nexşeyek min veşartî
Ku her car tu derbas bî
Te bo min gul hinartî
Hêvî bûne xizîne
Kezebê da kizîne
Tu nebî ez dibêjim
Jiyana min dizîne
Xerîteya zerî mor
ez Bigerim li te dor
Liser lêvên min û xwe
Çal kirin nefesên sor
Tu mizgîniya şevê
Ji bo hesretê hilî
Li nav riya kadizê
Sitêrek diçilvilî
Wek helbesta xanê
Hem rih û hem aqilî
Çirûska mûjdeyan
Dilê min de daqilî
***
Karwana hezkirinê
Navbera min û teye
Ger dinya je’w biqede
Min û te Hêvî heye
Mêhrîbana bê gotin
Evîn nayê firotin
Demarên nav dilê min
Yek bi yek bo te sotin
Qibleya rû mirazî
Te jiyan qebiland
hemû remzî him razî
Te xwe naw dil de qeland
Navê te welateke
Bo zemîna zeytûnan
Rêxelata rojêyî
Li gerdena gerdûnan
Tu mizgîniya şevê
Ji bo hesretê hilî
Li nav riya kadizê
Sitêrek diçilvilî
Wek helbesta xanê
Hem rih û hem aqilî
Çirûska mûjdeyan
Dilê min de daqilî
MIZGÎNÎ - Arsalan Osmani
Теги
mezginArsalan Osmanikurdish RemixDoriya teAdem tepefarshad nadimikurdish top musictop kurdikurdi wedingyeni kurtcekurdi music videoموزیک کردی 2022گورانی کردیkurdish dance musicاهنگ کردیkurdish mashupmusic kurdishkurdish musickürtçemüziklerkurtcemuzikkurtcesarkilar2022kurdishsongkurdishvideokurtcemashpkurdish clipKurdishفرشاد ندیمیkürtçe müzik 2023ارسلان عثمانیMizgînîmizginikarvana hezkirinekarwana heskirine