#MewlûdaKurdî
#KürtçeMevlit
#Kurdish
Hayirli Cumalar..
REHBERE XELASİ
Bê jimâr hemd u senâyê qelb u cân Em didin boy Xâliqê kewn u mekân
Wî bi însân daye zanîn ba-kerem Xwendin u hem hikmet u 'ilm u qelem
Ewwel u hem Âxire Rebbê 'ezîm Hem 'elîm u hem Kerîm u hem Rehîm
Mâlikê eflâk u âzmân, behr u ber Râziqê cumle heyînê ruhdiber
Em temâm ânîn wucûdê b’qudretê Cânn u însan wî bi îsmê rehmetê
Nî’meta xweş em kirin ku Muslumân Hem Muhemmed ser serê me kir şivan
Boy hîdâyet dâ me Qur'an-a Kerîm Rehberê çuna sîratel-musteqîm
Ey Xudâyê bê-şerîk u bê-mekan Tu me bê îman nehêlî tu zemân
Dûr nekî me tâ hebin ku em bijîn Yek demê yâ Reb ji dînê xwey mubîn
Me bikî ya Reb ji ehlê pir wefâ Tâbi'ê rêkâ Muhemmed Mustefâ
Şaş nekî me j’vê rêyê tâ âxretê Tâ herin em nêv cînân u cennetê
Em ji ‘eşqa cân u dil bâ xweş kelâm Her bi bêjin es-selatu wes-selam
Ey Muhemmed serwerê her esfiyâ Xâtemê her murselîn u enbiyâ
Mislê bârâna bihârî rehmetê Pir bibârîn ser te, Rebbê 'izzetê
Her çi ecsâmê mulewwen ku heye Ew di esle 'eksê wê hubba teye
Roj u şev hem behr u ber, nehr u nebat Tev bi ‘eşqa te li qâmin der heyât
Lê dilê ku man ji hubba te feqîr Ew di gîrdâba melâlê man esîr
Lew bi z’arînin li ber dergâhê te Em dikin hêvî ji fedl u câhê te
Tu şefâ’etkî li me vân 'âsîya Ber guhâkî ‘erzîhâl u gâzîya
Sellî yâ Rebbî we sellim bê ‘eded Ser ruh u cânê Muhemmed tâ ebed
Sed şikir yâ Reb te da me ew Resêl Me li pey wî dînê Îslâm kir qebûl
Em dikin hêvî ji Rebbil-‘âlemîn Dur nekê me j’ser rêya Nebyê emîn
Nav kesê ser ‘erd u âzmâna temâm Kes nebu pêştir ji wî xwedyê meqâm
Em bi xatrê navê wî çêbûne tev Erd u âzmân, roj u ‘âlem heyv u şev
Xwey se’adetkî mezin bu bê-qeder Kê Muhemmed nâs kir u lê kir nezer
Qencê ‘âlem Mustefâ’yê bê-gumân Îftîxâra me tevaye her zemân
Lew Muhemmed xweş hêbîbê Zul-celâl Sâhibê îkrâm u qedrek pir kemâl
Ew ji boy miskîn u jâra pir gelek Dil henûnbu bê qeder qencê felek
Lew ji boy rehma Îlâhil-‘âlemîn Hatîye ser ‘âlema Nûrul-emîn
Bigre destê mu’mina ey cânê cân Sî yu seywân ser me bit roja girân
Xweş nizanim wesfê bêjim lew Nebî Bes selâmên Rebbê ‘âlem ser te bî
Em ji ‘eşqa cân u dil bâ xweş kelâm Her bi bêjin es-selatu wes-selam
Kurdi
Kurtce Mevlut Sozleri
![](https://i.ytimg.com/vi/d53M-tdDGyI/maxresdefault.jpg)