#AhmetHizani #KürtçeKaside #MelayıCızîrî
**SÖZLERİ**
îro ji derba xencerê
Lazim berîşan î Mela
Teşbîhê zulfa dilberê
Zanim perîşan î Mela
Zanim perîşan î ji dil
Bêhed berîşan î ji dil
Teşbîhê biryan î ji dil
Bi l-lah ne insan î Mela
Bi l-lah çi tebet adem î
Yekser dibêm yek alem î
Deryayê Qaf û Qelzum î
Yan çerx-i gerdan î Mela
Ya reb çi wê mihnetkeş î
Ser ta qedem têk ateş î
Mecrûhê qewsê tûzreş î
Lew dil bi peykan î Mela
Zanim ji işqê dojeh î
Behrek ji narê asih î
îro li mahê xergeh î
Teşbîhê seywan î Mela
Ev sîneya wek nay û ney
Pir lê kişandin dax û key
Hê dil bi naehlan didey
Ya reb çi nadan î Mela
Durdaneya dêmgewher e
Ayîneya Eskender e
Bê mirwetê dil kir ker e
Mecrûhê xalan î Mela
Bê mirwetê dil herişand
Teşbîhê şîşê lê kişand
Ker kir ceger xwê lê reşand
Ateş li ser danî Mela
Narê ji rengê dojehê
Husn û cemala wê mehê
Me dperdeya vê xergehê
Xef kir çi Umman î Mela
îro li umrê xwey telef
Bê şahid û cama sedef
Bê çeng û saz û nay û def
Zanim peşîman î Mela
Zanim te kohê Tor e dil
Lew her bi nar û nûr e dil
şehkaseya ferfûr e dil
Lew mest û sekran î Mela
Her sîne tabê natemam
Napuxte xam bê mihr û cam
Xerqên di xwîna dil medam
Lela Bedexşan î Mela
Pir lel û dur te j kilkê işq
Anîne nezma silkê işq
Der berr û behrê mulkê işq
Melûm e xaqan î Mela
Bêhed li qelb-i şubhê ney
Cewra te danîn dax û key
Lew bêhemel xweş nîne mey
Emma bi şîranî Mela
Minnet ji tali her ji bext
Asif bi text û bext û rext
Belqîs ewî anî bi wext
îro Suleyman î Mela
Ew herdu lel û herdu weşm
Geh geh bi naz û geh bi xeşm
Ew bejn û bala hate çeşm
Me dseyrê rûhanî Mela.
Ещё видео!