Bilal - Ne Bê Êlin | Rehmeta İlahi
________________________________
NE BÊ ÊLIN NE BÊ OLIN
Ne bê êlin ne bê olin,
Ne bê tarîx û bê şolin,
Ne bê ‘esl û ne bê fesl û,
Ne bê çandin ne jî kolin.
Ne bê nîzam û bê ‘ilmin,
Ne bê kîtab û bê fehmin,
Ne bê namus û bê şermin,
Ne bê war û gul û fûlin.
Çima em ketine pey şopa,
Çima em ketine pey kopa,
Yahûd û pîsê awrûpa,
Çima îro em serî xûlin.
Emin rêzanê însana,
Emin layiqê fermana,
Emin xwedîyê perîşana,
Tenê em jîr û maqûlin.
Emin Fatîh û Eyyûbî,
Ğazalî w Sîna Farabî,
Emin ğalib diher herbî,
‘Egîd û şêrê her holin.
Temam dinya jime hîn bû,
Bi me ava hurr û şîn bû,
Li hev gerîya û zengîn bû,
Li ba zana em ne meçhûlin.
Söz: Seyda Mela Mizgîn
Beste: Remzi Esmer
Yapım: Özlem Ajans & Prodüksiyon
#Bilal #Rahmetaİlahi #BilalGüler
![](https://i.ytimg.com/vi/kWGyZyHbH2Y/maxresdefault.jpg)