Di nava kurdande gelek dengên xweş û bihêz hene di stran u awazên kurdide . ji xorasanê bigire heya urmiyê û ji cizira botan bigire heya digehe dêrsimê u ji dêrika hemko bigire heya digehe Efrin u ji zaxo bigire heya digehe hewraman . gelek deng dema mirov dibihize germahiyek cuda li ser can u cesedê mirovande derbas dibe sedem çiye an çima ew his çêdibe ? eger em bifikirin gelê kurd di diroka xwede heyani niha bi kilam u awazên netewi xwe li ser lingan girtiye bi taybet di dema kom kuji u îşkenceyên ku di aliyê dewletên dagirkerde bi serê me anine . ji bo vêji dengên resen di nava kurahiya van êş u janande derketine li her aliyeki welat stêrkên wiha derketine . yêk ji van stêrkanji li rojavayê kurdistanê bajarê amudê derket bi navê Bengi agiriye
.................................
Bengî Agirî: di 08.06.1969.li bajarê Amûdê ya Rojavayê kurdistanê hatimê dinê.
Xwendina xwe ya seretayî li bajarê Amûdê qedandi ye..ya bilind li zaningeha şamê beşa civak nasî xwendi ye... li gel xwendina xwe 6 mehan çûye instutiya muzîkê li şamê bi zanistî hînî mûzîkê bûye..
Ji 12 saliya xwe de bûye bengîyê hûnerê ..bandora bavê wi pir li li ser wi hebuye .. weke bi xwe dibeje herdem bave min helbestên melayê cizîrî û cegerxwîn ji mere dixwend..her weha bandora birê wi Derwîşji ji hêla nasîna amûrê Tembûrê û birê wi xorşîd û pismamê wi Beşîr melle û Nezîr melleji ji hêla helebestê de bandorek mezin xistine ser wi .
di sala 1980..pir têkildarî huner û civaka kurdî bûye ...
hetani niha bengi agiri xwediyê 2 berhemane .
1. li sala 1995albuma binave Bi hisretim derxistiye u hatiye belav kirin li nava civaka kurdi u dinava arsiva hunera kurdide ji hatiye zede kirin .
herwiha li salal 2007 an de alboma xwe ya duyemin ji derxistiye bi nave tê bîra te . ew albomji bi arikariya şiyar agirî daye destpekirin û herdû birayên wi yên bi navê Tariq û xalid agirîji arikari dane ....
Li Dêrika hemko ta digehe bajarê heleba sûriyê û paytexta siriyê şamê bengi agiri bi hemû komên mûzîk ê re stran gotine û bi wanre bejdari gelek pirozbahiyên weke newroz u sersalên kurdi buye . komên weke
Koma Cûdî Dêrik
Koma Hêzil tirbesibiyê
Koma Botan Qamişlo
Koma Agirî Amûdê
Koma Bercem Dirbêsiyê
Koma Botan Kobanê
Koma Agirî Heleb
Koma Engîzek Efrîn
Bengi agiri Li beşa hunera zarokan ...govend.. stran..şano .. xebatek ber biçav heye û bi dehan kom û şagirt ava kirine..
Ew hunermendê kurd weke gelek ji kurdan bi mecburi rêya penabertiyê daye pêş xwe u li sala 1999 ande berê xwe dide ewrupa u niha li welatê almaniya jiyana xwe berdewam dike u herwisa di xebatên xwe yên hunerideji weke hergav active u berdewame .
![](https://i.ytimg.com/vi/qL2iAwMROrM/maxresdefault.jpg)